Kurdên Muhacir Yên Herêma Kurdistanê Vedigerin Welatê Xwe
Kurdên koçber yên Herêma Kurdistanê ku di salên şer de ji ber zulm û te’deyan ji welatê xwe reviyabûn welatên Awrûpa pey ku li Kurdistanê îstîqrar hat bidestxistin êdî vedigerin welatê xwe.
Li Herêmê ji ber zulm, zorî û komkujiyan gelek kesan welatê xwe terk kiribûn û bibûn koçber. Lê belê pey ku li herêmê îdareke Kurd hat damezrandin û îstîqrar hat bidestxistin koçberên ku çûbûn welatên Awrûpa û hin welatên din êdî vedigerin welatê xwe. Li Herêma Kurdistanê ji ber ku di jiyana aborî û siyasî de îstîqrar êdî heye vê yekê koçberîyê paş vegerand.
Li gor tê zanîn bi salan bi milyonan însan ji ber rewşa Herêmê bibûn koçber û çûbûn welatên wek Amerîka, Swêdê û hê gelek welatên Awrûpa. Lê êdî li Herêma Kurdistanê standarda jiyanê welatên Awrûpa jî derbas kiriye. Koçberekî li Swêdê beyan dike ku: Li Swêdê îmkanên jiyanê gelek giran in û li Herêma Kurdistanê îmkanên jiyaneke bi rûmet pirtirin.
Rêbaz Salahê koçber go: “Li Herêma Kurdistanê îmkan ji Swêdê ya ku ez jê hatin çêtir in. Rast e li Awrûpa îmkanên teknolojîk pirtir in lê belê bi perê ku min li wir bi destdixist derbaskirina jiyanê gelek zor bû. Lê li Herêma Kurdistanê îmkana ku meriv di heman demî de dikaribe du kara bike heye. Li Awrûpa dîtina karekî dahî gelek zor bû. Realîteya Awrûpa ev e. Li wê derê dilovanî nîne.”
Her roj bi dehan kurd ji Amerîka û Awrûpa koçî Herêma Kurdistanê dikin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.