Kurdistan Hola Şêra Ye!

Kurdistan Hola Şêra Ye!

Kurdistan welatê serhildan, berxwedan û têkoşînê ye. Bihatina Îslama heq û azadiyê ev taybetîyên Kurdan mecreya xwe ya heqîqî dîtine.

Çeqel û rûvî pir mêr in

Ew wexta ne-l hafa şêr in

Gava ku şêr li wan dinhêrin

Dimîzin bi xwe ve ji piya

 

Kurdistan welatê serhildan, berxwedan û têkoşînê ye.

Bihatina Îslama heq û azadiyê ev taybetîyên Kurdan mecreya xwe ya heqîqî dîtine.

 

Gelê Kurd, gelek serhildêner, berxwedevan û têkoşîner e.

Têkoşîna li hember êrîşên zordestan, Serhildana li hember hukmê kafir, sîtemkar û Xwedênenasan û têkoşîna ji bo anîna hukmê Îslama heq û azadiyê.

Em werin rewşa welat...

Li ser welat gelek hesap û kîtap, dek û dolap tên gerandin.

Welatê me maye însafa çeqel û rûviyan.

Di vê holê de çeqel û rûvî şer dikin.

Şêran xwe kişandine ji holê.

Rûvî û çeqel,

Her du jî ji hev dolapker.

Her dû jî dixwazin hol pê bimîne.

Her dû jî ne xêra gelê holê menfe’eta xwe difikirin.

Pêl serê gelê holê dikin, bi vî awayî bilind dibin.

 

Îcar em werin rewşa şêran.

 

Gelo Şêr rabin qewet û Şêrbûna xwe jibîrkin,

Gelo Şêr rabin jibîrkin ew in xwedyê holê,

Gelo Şêr rabin jibîrkin ev rûvî û çeqel li ser hola wan şerê serektî û xwedîtiyê dikin,

Di ser de jibîrkin ku dikarin biqûrînekî gelê holê li hember çeqel û rûviyan hişyarkin,

Û rabin wek heywanên ‘elel’ade di holê de ew jî ji çeqel û rûvîyan yekî bigrin û li gor kêfa wan hereket bikin,

Wê demê dê rewşa wê holê çawa be?

 

Ne dawiya piştgiriya rûvî û ne jî a çeqel bi xêr e.

Bi taybetî rûvî xwe dost nîşandide, lê di bin de postê meriv diqewêr e.

Dibe ku yê çeqel di hola Şêran de rakiribe jî rûvî be.

 

Em Werin Hola Kurdistanê!

 

Me go: Gelê Kurd, gelek serhildêner, berxwedevan û têkoşîner e.

Şêrên ku Xwedyê holê ne Kurdên Musulman in

Naxwe divê bizanibin ku:

Dem dema têkoşîna li hember çeqel û rûviya ne.

Şêr ew in û xwedyê holê jî ew in.

Rûvî dixwaze wan razîne û çeqel dixwaze wan bibel’îne.

Êdî dem dema hişyarbûna wan e.

Qey dibe ku çeqel bibin mezinê Şêran?

Qey dibe ku rûvî bibin mezinê Şêran?

Divê îdî Şêr vê yekê jî fêm bikin ku her tişt bi qewetê naqede.

Dibe ku gelê holê bi çend dekê çeqel û rûviyan bixape.

 

Divê Şêr jî îdî bifikirin.

Li hember xefikên çeqel û rûviyan ew jî xefikan deynin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.