Kurê Şehîd Abdulquddus: Sûcê bavê min jîyana wî yê Îslamî û nasnameya wî yê Îslamî bû

Kurê Şehîd Abdulquddus: Sûcê bavê min jîyana wî yê Îslamî û nasnameya wî yê Îslamî bû

Davut Yazgîlê kurê Abdulquddus Yazgilê ku di salên 1990yên ku demên tarî bû de û ji teref hêzên tarî ve hatibû qetilkirin li ser nasnameyê Îslamî ya bavê wî bal kişand û got ku bavê min di encama êrîşeke biplanî de hat şehîdkirin.

Li ser şehadeta Abdulquddus Yazgilê ku li navçeya Farqîna Dîyarbekir bi nasmaneyê xwe yê Îslamî dihat naskirin û di 23yê Hezîranê sala 1994an de ji teref hêzên tarî ve hatibû şehîdkirin 28 sal derbas bûn.

Davut Yazgîlê kurê Şehîd Abdulquddus Yalçin di salvegera şehadeta wî de qala exlaq, şehsîyet û hessasîyeta wî ya li Îslamê kir, qala meseleyên 28 sal ê ku piştî şehadeta bavê xwê û berîya şehadeta wî kir.

Yazgîl di axavtina xwe de got dema ku bavê wî şehîd bûye ew hê zarok bûye û li axavtina xwe weha zêde kir, “Bavê min hê berîya ku nebûbû karkerê şaredarîyê destê xwe yê rastê ji bona ku masîyan biqefêle dînamîtê davejê û desê wî jê dibe. Şaredarîya wê demê wî di nav kadroyên astengdar de digre kar. Bavê min, serê sibeyan li hala sebzeyan ê şaredarîyê dinihêrt.”

“Biplanî bavê min şehîdkirin”

Yazgîl qala planê ya berîya şedaheta bavê xwe kir û weha axavtina xwe domand, “Bavê min biplanî şehîd dikin. Şefê şaredarîyê telefonê bavê min dike û ji wî re dibêje ku cihê te hatîye vegerantin û tu yê derbasê pasdarê karê îkmalê bibî. Bavê min digel ku gotîye destê min jêkirîye ez nikarim êvarê pasdarîyê bikim şef jî gotîye ku mitleqe tuyê herî. Di wan salên 1994an de ku li Farqînê mirovan biro ditîrsîyan derkevin derve yekî ku destê wî jêkirîbe û bişev pasdarîyê bike ne tişteke bieql e. Ji ber ku bavê min di şaredarîyê de dixebitî mecbur bû ku şef gohdar bike.”

Yazgîl axavtina xwe weha berdewam kir, “Berîya ku here karê xwe ji bona çend loqme xwarin bixwe ji dîya min re dibêje bila hinek tiştên xwarinê bîne. Piştî ku xwarina xwe dixwe torinê xwe maç dike û ji malê derdikeve û haya wî jî ji tiştekî tineye û diçê cihê karê xwe. Li cihê karê xwe dema ku ji bona nimêja ‘eşayê desmêj bigre derdikeve derve, dengekî tê wî ku yek gazî wî dike. Bavê min, ji ber ku tişteke xirabî hêvî nedikir li alîyê wan diçe û ji holikê derdikeve, dema derketina wî ya ji holikê bi çekan êrîşê wî dikin. Me di fotoxrafan de dît ku 14 gule li wî ketibûn. Bi tevî 14 guleyan û bi rewşeke ku paçeyên wî qatkirî bû şerbeta şehadetê vedixwe.”

“Hesasîyeta bavê min yê ew ê herî muhîm nanê helal bû”

Yazgîl di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku cihê ku bavê wî li wê derê hat şehîdkirin nêzê lojmanên polêsan e ji ber vê yekê polêsan jî gotine qey êrîş li lojmanan tê kirin û li alîyê dengê ku demençe li wê derê tê re bi çekên xwe bersivan didin û wan êrîşdaran jî ji ber vê yekê ji li wê derê direvin û diçin, dû re Yazgîl weha berdewam kir, “Li Farqînê xeberek belav bû ku pasdarek hatîye kuştin, kurê meta min jî ku mala wî nêzê li wê derêye zane ku bavê min li wê derê dixebite û tê mala me û bavê min dipirse heka li malê ye an jî ne li malêye. Mirovên malê jî ji wî re dibêjin ku ne li malêye û çûye pasdarîyê. Dema ku kurê meta min dibêje pasdarek hatîye kuştin kê li malê heye em tev ji malê revîyan û çûn cihê êrîşê, ji li wê derê jî em çûn nexweşxaneyê. Dema ku em gihîştin nexweşxaneyê cenazeyê bavê min rakiribûn mergê.”

Yazgil di axavtina xwe de qala exlaqa xweşik yê bavê xwe jî kir û weha axavtina xwe zêde kir, “Hesasîyeta bavê min yê ew ê herî muhîm nanê helal bû. Di ‘emrê xwe de ew ê ku bi wî re mijûl dibû nanê helal bû. Dibe ku ji ber wê nanê wî yê helal tu zarokên wî jî neketin nav heramîyê. Ji ber ku hesasîyeta herî mezin yê bavê min vîya bû ji bona ku zarokên wî jî li ser rêya Îslamê mezin bibin ez dibêjim ev tişt ne tişteke zor e. Em vê tiştê hîn bûn: Ger ku zarokên wî bi nanê helal mezin dibe bi tu şekleke dinê jî nikarî heramîyê bidî wan. Ji bona vê tiştê em daîma ji Xwedê re şikir dikin. Wê demê tişteke ku ‘ez ji zarokê xwe rê vê kitêbê bidim xwendin’ tinebû. Tiştekî tenê yê ku zanibûn edep bû. Ji bona wan di nav edebê de gelek tişt hebû. Edep ji bona mirovên wê demê rêzgirtina ji malbatê re bû, zanebûna zarokên wan yê ku li ku derê çi bikin an jî nekin bû, biexlaq û dilpak bû.”

“Bavê min, tu car me ji Quranê û ji Mizgeftê nediqetand”

Yazgîl di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bavê min di her rewşê de zarokên xwe dişîyand mizgeftê û ji me re weha digot,’nimêja xwe li malê nekin, herin li mizgeftê bikin’. Meleyê mizgeftê carna digot, ‘zarok havînê tênê dersa Quranê, zarokên te zivistanê jî tênê’ û ji bavê min re gazina dikir. Bavê min ji me re digot, ‘bileyîzin lê çûndina mizgeftê jî sersarîyê nekin’, tu car me ji Quranê û ji mizgeftê dûr nedixist. Ev ji bo me jî avantajeke mezin bû. Di medreseyan de perwerdehîyê negirtibû lê ji ber ku ewakî dikir ji teref derdorê ve bi navê xoce dihat naskirin.”

Yazgîl di axavtina xwe de bal li ser hezkirina wî yê xêrkirinê jî kişand û îfade kir ku şehîd li ser sebîya dilerizîya, “Carna di berîka xwe de şekiran digerand û dema ku zarokek bidîta dida wan zarokan. Zarok jî dema ku wî bidîyana ji wî re digotin ‘apê şekir hat’. Bavê min, haya kesê tunebû ji feqîran re alîkarîyê dikir. Mixabin dîya min jî vê tiştê paşê hîn bû. Piştî şehadeta wî li Farqînê bêdengîyeke bi ciddî pêk hat. Wê demê dema ku yek bimrîya mirovên ku fikrên wan hene diçûn wan şîna lê ji şîna bavê min re hemû kes hatin. Hetta di malê de cih nema êdî me şîna xwe li mizgeftê danîtibû. Yanê ew şehîdê ku şîna wî di mizgetê de hat qebûlkirin yê ‘ewil e.”

Yazgîl di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku bavê wî ji ber ku xwedîyê exlaqê Îslamê bû ji teref derdorê xwe ve jî dihat hezkirin, Yazgîl îfade kir hê jî li Farqînê gelek tênê hezkirin û dema ku herin cihekî jî bi navê bavê xwe tênê naskirin. (ÎLKHA)
https://youtu.be/ylkECgWZ5ZY

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.