Lehîyê Heyat Felç Kir
Li Taylandê ji ber barana mûsonê, lehî rabûn, gelek bajar di bin avê de man
Li Taylandê ji ber barana mûsonê, lehî rabûn, gelek bajar di bin avê de man. Li 582 mekteban perwerde hat betalkirin. Li van mekteban sewiya avê derket 50- 80 santîmetreyê. Pey ku ava lehiyê vekişe, ew ê mekteb dîsa dest bi perwerdeyê bikin.Di hadîseyên lehiyê de heta niha 34 kesan can dan.
Hadîseyên lehiyê bi piranê li herêma bakur û navîn diqewimin. Di sala 2011an de jî bobelata lehiyê ya herî mezin ya 50 salên dawîn qewimîbû. 300 kes miribûn, 2 milyon û 400 kes êşîyabûn. 800 hezar mal bi temamî xera bûbûn. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.