Lêpirsîna 28ê Sibatê
Di çarçova lêpirsîna 28ê Sibatê ya ku, ji teref sersewcîtiya cimhûriyetê ya Enqerê ve tê meşandin de, orgeneralek, qorgeneralek, amîralek, qoramîralek û tumgeneralek yên teqawîd, ji bo îfadê hatibûn xwestin û bi teleba girtinê, sewkî mehkemê bûbûn.
Di çarçova lêpirsîna 28ê Sibatê ya ku, ji teref sersewcîtiya cimhûriyetê ya Enqerê ve tê meşandin de, orgeneralek, qorgeneralek, amîralek, qoramîralek û tumgeneralek yên teqawîd, ji bo îfadê hatibûn xwestin û bi teleba girtinê, sewkî mehkemê bûbûn. Ji wan 4 heb hatin girtin.
5 general, li edliya Enqerê îfade dan. Di pisryariyê de, belgeyên aydiyê civînên Bati Çalişma Grûbû hatin nîşandan. Di nav belgeyan de, zabitnama qeyda dengê civîneke ku, bi serokatiya Çevîk Bîr hatiye kirin û 5 kesên bişik jî tevlî bûne, hebû.
Tê îddîakirin ku, van kesên bersûc, tetbîqata îdara siqiyê xwestine. Lê bersûcan der heqê belgeyan de, tu şîrove nekirin û sûcdariyan red kirin. Piştî vepirsînê, bi sûcê teşebusa kirina derbeyê û teşebusa guhertina sîstema qanûnî, bi teleba girtinê sewkî mehkemê bûn. Der heqê 5 bersûcan de, qirar bi şev hat beyankirin. Ji wan 4 heb hatin girtin, yek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî qirara mehkemê, 4 general şandin hepsa Sîncanê ya tîpa Fyê.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.