Leşkerê ku di bombebarana Ûris de birîndar bibû mir

Leşkerê ku di bombebarana Ûris de birîndar bibû mir

Leşkerê ku li El Baba Sûrî tê idîakirin ku bi çewtî ji teref hêzên Ûris ve hatine bombebarankirin wek birîndar dihat tedawîkirin. Hat ragihandin ku leşker miriye.

Pispor Çawîşê 26 salî Sedat Atalayê ehlî Erziromê di bombebarankirina Ûris a ku tê idîakirin çewtî çêbûye de birîndar bibû û di nexweşxaneyê de li Dîlokê tedawî dibû. Hat ragihandin ku leşker digel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest daye.

Di 9ê Sibatê hatibû diyarkirin ku balafira cengê ya Ûris bi çewtî li leşkerên Tirk dabû. 3 leşker miribûn û 11 leşker jî birîndar bibûn. (ÎLKHA) 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.