Lezzeta bi dasê tê: Birinca Qerecadaxê

Lezzeta bi dasê tê: Birinca Qerecadaxê

Li Çinarê, dirûna birincê navdar ê Qerecadaxê ku li erdên kevrokî tê çandin dest pê kir. Cotkarên ku li zeviyên ku mekîneya paleyîyê nikarin bikevinê de bi dasan dixebitin piştî xebateke bi zehmet diyar kirin ku berhemdariya îsal li gorî sala çûyî çêtirê.

Li herêma Qerecadaxê ya Çinarê, birincê Qerecadaxê ku li erdên bi kevir û zinar bi kedeke mezin tê çandin, bi xebata dijwar a cotkaran tê dirûn.

Di pêvajoya hilberînê de ku ji kolana kanalên avê, çandina çeltîk, avdanî û bi kêran dirûnê pêk tê û ji gelek qonaxan derbas dibe, li heman qadê nêzîkî 100 kes dixebitin. Hilberîner, dema ku çandiniya birinc ku ji bav û kalan ji wan re maye berdewam dikin, diyar dikin ku zehmeta ku dikişînin bi dirûna berhemê re vediguhere şahiyê.

Erdên kevirokî yên li herêma Qerecadaxê, pêvajoya dirûnê ji bo hilberînerên birinc dijwar dikin. Ji ber ku mekîneya paleyîyê nikarin bikevin zeviyan, cotkar çiltûk bi dasan û bi destan dirûnin. Hilberîner diyar dikin ku eger rêyên zeviyan bên çêkirin dê pêvajoya dirûnê hêsantir be.

"Em nimêja sibê dikin û tên zeviyê"

Murat Akbaş

Cotkar Murat Akbaş diyar kir ku wan li herêma Qerecadaxê li qada nêzîkî 300 donimî birinc çandiye û got ku pêvajoya hilberînê kedeke mezin dixwaze.

Akbaş ev ifade bi kar anîn: "Em ji meha nîsanê dest pê dikin û heta vê demsalê dixebitin. Pêşî bi qazme û bêlan kanalên avê vedikin. Paşê çeltîk, yanî toxum direşînin. Me li qada nêzîkî 300 dönümî birinc çandiye. Ji bo ku em werin vir em nîv kîlometreyî dimeşin. Em ji bo nimêja sibê radibin, nimêja xwe dikin, taştêya xwe dixwin û paşê tên zeviyê. Êvarê saet li dora 18.00an em vedigerin malê. Wekî ku hûn jî dizanin em di nav avê de dixebitin. Nav pêlavên me her tişt tijî av dibe. Em di rojê de 2 cil û bergan diguherînin."

"Gava mekîneya paleyîyê nikare bikeve em dirûnê bi destan dikin"

Akbaş diyar kir ku ji ber nebûna rêyên zeviyan patos gihêjtiyê nabin û got: "Ji ber ku rê tune ye patos nikare bêt vir. Em neçar in hemû zeviyê bi dasa berhev dikin. Eger rê hebe û patos werin zeviyê em ê jî ev qas zehmetiyê nekêşînin. Niha li vê zeviyê nêzîkî 100 kes dixebite. Ji kesên 20 salî heta yên 60 salî di vê zeviyê de dixebitin."

"Ji ber ku ji kal û bavên me mîras e em nikarin dest jê berdin"

Huseyin Akbaş

Cotkar Hüseyin Akbaş jî anî ziman ku di hilberîna birinc de yek ji zehmetiyên herî mezin di biharê de xebata li erdê herşî ye.

Akbaş diyar kir ku birincvanî nifş bi nifş derbasî wan bûye û wiha axivî: "Zehmetiya herî mezin a vê karî di biharê de hatin û xebata di nav heriyê de ye. Em nêzîkî 2 heftiyan di nav heriyê de dixebitin. Xweşiya vê karî jî rakirina dirûnê ya bi hev re ye. Ji bav û kalên me ve em vê karî dikin. Ji bapîrên me hatiye, em jî berdewam dikin. Ji ber ku bi kevirî ye mekîneya paleyîyê (biçerdöver) nikare bikeve navê. Ji ber vê yekê em hemûyan bi destan berhev dikin. Em bi kolana qanalan avê tînin vir. Em bi dasan dibirin, pişt re jin tên û berhev dikin ser hev. Piştî wê pêvajoya fabrikayê dest pê dike. Nêzîkî 1 mehê em zehmetiya vê dikişînin. Hêjayî vê zehmetiyê nîne ama ji ber ku ji bapîrên me mîras e em nikarin dest jê berdin."

"Mîna birayan û hemû bi hev re em tên li vir dixebitin"

Selman Akbaş

Ji hilberîneran Selman Akbaş diyar kir ku di birincvaniyê de qonaxên vekirina qanalan, çandinî û avdanê keda giran dixwazin.

Akbaş anî ziman ku ew xebatên xwe bi îlahiyan û di nav piştgiriyê de dimeşînin û wiha axivî: "Zehmetiyên zêde yên vê karî hene. Bi bêlan hatin û vekirina kanalan yek ji zehmetiyên herî mezin e. Piştî ku qanal hatin kolan em çiltûk reşînin. 6-7 mehan em av didinê. Piştî ku me bi dasan berhev kir, em hemûyan tînin ser hev. Heta ku diçe fabriqayê birinc di gelek rêyan re derbas dibe. Em di nav heriyê de ne. Bi îlahiyan, mîna birayan û hemû bi hev re em tên li vir dixebitin."

"130 sal in li herêma me dirûna birincê heye"

Celal Akbaş

Celal Akbaş jî diyar kir ku li herêmê nêzîkî 130 sal in dirûna birinc tê kirin û got ku wan ev kevneşopî ji bav û bapîrên xwe dewr girtiye.

Akbaş anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve di zeviyan de beşdarî dirûna birinc dibe û wiha axivî: "Tê bîra min, dema ez 7 salî bûm me ji vê zeviyê birinc dirûst dikir. 130 sal in li vê herêma me dirûna birinc heye. Piştî bav û bapîrên me, me jî çandina wê berdewam kir. Em îro dirûna vê birinc dikin. Birinc dê heftiyekê li erdê bête hiştin da ku ziwa bibe. Piştre jin dê werin û ser hev berhev bikin. Em ji vir radikin û dixin nav mekîneya paleyîyê. Piştî ku me xist nav patosê jî dîsa heftiyekê li erdê diheşînin ku ziwa bibe. Çiltûkê ziwa bûyî tînin tijî qamyonan dikin û dişînin fabriqayan. Piştî ku li fabriqayê hat bêjingkirin, em di nav xwe de par dikin."

"Hinek malbat di salê de 20 torbe birinc dixwin"

Akbaş dile anî ku tamkirina birincê yê piştî dirûnê hemû zehmetiyê dide jibîrkirin û ev ifade bi kar anîn: "Sirra lezzeta birincê Qerecadaxê ew e ku di nav keviran de çêdibe. Axa wê pir berhemdar e. Ava wê xwezayî û sar e. Bi salan e ku birinca Qerecadaxê nav daye. Em di salê de nêzîkî 10 torbeyan dixwin. Hinek malbat di salê de 20 torbeyan jî dixwin. Kî bixwaze dikare birincê Qerecadaxê bikire. Em dişînin her derê. Dema em berhemê radikin û tama wî birincî dikin, em dibêjin ku hêjayî hemû zehmetiyê bû. Par ji ber nebûna avê û hişkayiyê me pir berhem nestend. Ev sal berhem baş e."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.