Li 43 Mensûbên Saziyên Îslamî 205 Sal û 7 Meh Ceza Birî
Li gor xeberan emniyet û mehkema Edenê, çav berdane muslumana û li wan neheqî û cezayan dibarînin.
Li gor xeberan emniyet û mehkema Edenê, çav berdane muslumana û li wan neheqî û cezayan dibarînin.
Di nav wan de mensûbên komela Mustezef-Der a şûba Konyayê ya berî niha hatibû girtin jî hene, doza 43 kesan ji 2007an vir ve dewam dikir. Mehkema Edenê li van 43 kesan yekun 205 sal û 7 meh ceza birî.
Celseya paşîn li mehkema cezaya giran a şeşan a Edenê hat kirin. Parêzerên van kesan Yahya Turan, Ebdulğanî Orhan, Şaban Dalğin û Mîrxan Ozbeklî di celseyê de amade bûn. Mehkeme qirar da. Ji 23 kesan re 6 sal û 3 meh, ji 4 kesan re jî 15 sal ceza hat birîn. Ji van kesên ku 15 sal ceza girtibûn yek jê ji xwe di hepsê de bû, ji bo her sê kesên din jî qirara girtinê derxistin. Ji bo bersûcên din, serbestiya di merhala Yargitayê de hat dayîn.
Berî niha li mensûbên komelên li Elezîz û Melet û Semsûrê jî ceza hatibû birîn.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.