Li Agirîyê cesedê 3 kesan hat dîtin

Li Agirîyê cesedê 3 kesan hat dîtin

Li navçeya Zêdkaya Agirîyê di pêşîya malekî de cesedê 3 kesên ku bi kêr û guleyan hatine kuştin hat dîtin.

Bûyer, di seat 08.00an de li gundê Şamîyayê pêk hat. Li gorî îddîayan, yekê ku bi ‘eslê xwe Efxen e hevalekî xwe yê wek wî ku şivantîyê dikir bi kêrê kuşt, dû re jî xwedîyê malê yê ku bûyerê dît û pîreka wî jî bi tivingê kuşt.

Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin gund cesedên İ.G, Ş.G. û wê kesê ku li cem wan şivantîyê dikir dîtin.

Piştî otposîyê cesedan bi ambûlansan rakirin mêrga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê.

Cenderme ji bona Efxenîyê ku revîyaye biqefêle xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.