Li Agirîyê di avahîyekî de şewat derket

Li Agirîyê di avahîyekî de şewat derket

Li navçeya Dutaxa Agirîyê di qata teres a avahîyekî de şewat derket. Di encama şewatê de xesara maddî pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Taxa Yenîya navçeya Dutaxa Agirîyê di qata terasa avahîyekî 3 qatî de ji ber sedemeke ku hêj nedîyare şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê ên girêdayê Şaredarîya Dutaxê midexeleyê şewatê kirin.

Hat hînbûn ku midexele wextekî dirêj girtîye û di encama bûyerê de mirî an jî birîndar pêk nehatîne.

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.