Li Agiriyê haziriyên Wîladeta Pîroz bênavber berdewam dikin

Li Agiriyê haziriyên Wîladeta Pîroz bênavber berdewam dikin

Haziriyên bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin bênavber berdewam dikin.

Di 30ê Nîsanê de dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Stadyuma Bajêr a Agiriyê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin.

Arîf Yilmazê Koordînatorê Agiriyê yê Platforma Evîndarên Pêxember, di derbarê mijarê de diyar kir ji bo bernameya ku dê bê tertîpkirin afîş bi kolan û sikakan ve hatin daleqandin û nêzî 10 hezar kitêbên bi navê ‘Nûrê ku ji Hirayê Bilind Dibe’ hatin belavkirin. Bi van afîşên ku hatin daleqandin û bi kitêbên ku hatin belavkirin xelkê vexwandin bernamê.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.