Li Agirîyê ji ber cemedê qezaya zîncîrî pêk hat: 19 birîndar

Li Agirîyê ji ber cemedê qezaya zîncîrî pêk hat: 19 birîndar

Li ser rêya Bazîd-Agirîyê ji ber cemedê tirekî qelibî û di encama qelibîna tirê de wesayîtên dinê jî lêxistin û qezaya zîncîrî pêk hat. Di encama qezaya ku 9 wesayît li hev qelibîn de 19 kes birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Midûrtîya Şûbeya Kontrolkirina Trafîka Herêmê pêk hat.

Tira ku navê şofêrê wî û plaqeya wê nehat hînbûn ji ber cemedê şiqitî û qelibî.

Li ser xeberdayîna qezayê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û cenderme hatin sewqkirin û ew trafîkê kirin bi kontrolê.

Hat îfadekirin wesayîtên dinê ên ku qezayê ferq kirin jî pêlê frênê kirin û ji ber mij û cemedê ew jî şiqitîn û li hev qelibîn.

Di encamê de 8 wesayîtên dinê jî li hev qelibîn.

Hat îfadekirin ku di encama qezayê de 19 kes birîndar bûn. Mirovên birîndar ji bo tedawîyê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û tedawîyên wan didome. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.