Li Agiriyê makîneya kar qulibî li ser mîdîbusê: 8 mirî 11 birîndar
Li Agiriyê makîneya kar a ku li ser pişta TIRê bû li ser mîdîbusê de qulibî, di encama bûyera ku qewimî de 8 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Agirî-Wanê makîneya kar ku li ser pişta TIRê bû li ser mîdîbusê de qulibî, di encama bûyera ku qewimî de 8 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Agiriyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin li ser Rêbeja Agirî-Wanê TIR û mîdîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran tev de 11 kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.