Li Agiriyê operasyona PKKê: 26 binçavî

Li Agiriyê operasyona PKKê: 26 binçavî

Agirî wek navend di operasyona ku li 5 navçe û Stenbolê li dijî PKKê hatin kirin de 26 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Agiriyê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin Agirî wek navend di operasyonaên hemwext ên ku li 5 navçeyên bi navê Bazîd, Patnos, Diyadîn, Eleşkîrt û Taşliçayê û li Stenbolê li dijî PKKê hatin kirin de 26 kes hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin bo 9 kesên din bên girtin xebat berdewam dikin û di operasyonan de çek, tifing, fîşek û kitêbên rêxistinî hatin bidestxistin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.