Li Agiriyê pevçûn: 2 esker jiyana xwe ji dest dan
Li Bazîda Agiriyê di pevçûna ku derket de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û8 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Agiriyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin li çoltera Çiyaya Tendureka Bazîdê di operasyonên ku li dijî PKKê dihatin birêvebirin de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û 8 esker jî birîndar bûn.
Her wiha hat ragihandin di pevçûnê de 5 PKKyî hatin kuştin.
Operasyon berdewam dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.