Li Almanyayê êrîşa bi çek: 6 mirî, gelek birîndar

Li Almanyayê êrîşa bi çek: 6 mirî, gelek birîndar

Li bajarê Hambûrgê ya Almanyayê di êrîşa ku bi çek de li gorî daneyên ewil 6 kes canê xwe ji dest dan û gelek jî birîndar hene.

Bûyer li Hambûrgê li herêma Alsterdorf hat holê. Li gorî çapemenîya welêt êrîşa çekdarî li dêreke aîdî Şahidên Yehova yê Nesranî hat kirin.

Piştî bûyerê gelek ekîbên polêsan û tendûristîyê sewqî cîhê bûyerê hat kirin û hat dîyarkirin ku êrîşvan piştî êrîşê revîyane.

Rayedar di daxuyanîya ku belav kirin de dîyar kirin ku heta niha herî kêm 6 kes canê xwe ji dest dane û gelek jî birîndar hene.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.