Li Amedê Cihên Firotin û Serjêkirina Qurbanan Hatin Diyarkirin
Beriya Cejna Qurbanê ya ku nêzîk dibe, ji bo kirîn û firotina heywanên qurbanê û karûbarên serjêkirinê yên ku dê di dema cejnê de werin kirin, navnîşên li Amedê hatin diyarkirin.
Ji bo ku xebatên firotina qurbanan a ku ji ber Cejna Qurbanê pir bi qerebalîx derbas dibe bi awayekî tendurist bimeşin, li seranserê Amedê 9 xalên cuda hatin diyarkirin. Ajaldar dê karibin heywanên xwe li van navnîşên diyarkirî pêşkêşî firotinê bikin. Her wiha, ji bo kesên ku dê ibadeta qurbanê bînin cih jî, bi berçavgirtina mijarên wekî qirêjiya hawirdorê û paqijiyê (hîjyen), 18 navnîşên cuda yên serjêkirinê hatin destnîşankirin.
Cihên firotina qurbanan ên ku li navenda bajarê Amedê û navçeyên wê hatine diyarkirin wiha ne:
Borsa Heywanên Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin: Li ser Rêya Mêrdînê, Bazara Heywanên Zindî
Şaredariya Bajarê Mezin Dorhêla Kömür Tevzi ya Şehîtlikê
Meqera Taxa Yenîkoyê (Malên Îskanê): Li hemberî Goristana Yenîkoyê, Bazara Heywanên Qurbanê
Kayapınar: Li hemberî Stadyuma Bajêr, Bulvara Laleş, Talaytepe
Taxa Yeşil Vadi: Çewlikên Ajaldariyê, Rêya Kevn a Mêrdînê, Kîlometreya 10an
Cihê Serjêkirina Heywanan a Şaredariyê (Mezbex): Taxa Çelebî, Kolana Rêya Kevn a Hênê, No: 251 / Pîran (Dicle)
Bazara Heywanan: Taxa Derelî, Kolana Ferîkoğlu / Hêne (Hani)
Bazara Heywanan a Licê: Taxa Pazarê / Licê
Cihê Serjêkirina Qurbanan a Muftîtîya Navçeya Çûngûşê: Mezbexa Qesabê Akmeşe, Taxa Camîsukê, Kolana Cumhuriyetê / Çûngûş
Cihên serjêkirina qurbanan jî wiha ne:
Navçeya Sûrê: Kombînaya Kamer-Et, Li ser Rêya Mêrdînê
Navçeya Sûrê: Kombînaya Güler-Et, Li ser Rêya Mêrdînê
Bağlar: Saziyên Goşt ên Hevgirtî yên Beymîrê, Taxa Övündüler, OSB Kolana 8an, No: 29/1
Bağlar: Fermandariya Baregeha Cetan a 8an a Hêzên Asmanî, Cihê Şûştina Otomobîlan, Li ser Rêya Mêrdînê, Taxa Yunus Emre
Bağlar: Çewlika Ajaldariyê ya Tuna, Taxa Övündüler, OSB Kolana 5an, No: 10/1
Yenişehir: Qada Betonê ya di nav Lojmanên Kurdoğlu de
Yenişehir: Cihê Bazara Avahiyên Komî ya Üçkuyularê
Yenişehir: Seyrantepe Avahiyên Komî, Etaba 1an, Li pişt Avahiya Îdareyê
Kayapınar: Li ser Rêya Rihayê, Lojmanên Ewlekariyê (Yên Nû), Li kêleka Avahiya Sîstema Germkirina Navendî
Kayapınar: Stadyuma Bajêr, Dergeha No 1, Qada Parkkirina Otomobîlan (Otopark), Talaytepe
Mezbexa Rêveberiya Herêmî ya Weqfan: Taxa Kalê, Girê Ziyaretê / Eqîl (Eğil)
Cihê Serjêkirina Şaredariyê: Cihê Serjêkirina Şaredariya Sîvanê / Farqîn (Silvan)
Mezbexa Şaredariya Licê: Taxa Yenişehirê / Licê
Cihê Serjêkirina Şaredariyê: Taxa Yeşilköy, Bulvara Turgut Özal, No: 154 / Qulp
Mezbexa Şaredariyê: Taxa Merkez, Kolana Lale, Mezbexa Şaredariyê / Hêne (Hani)
Cihê Serjêkirina Heywanan a Şaredariyê (Mezbex): Taxa Çelebî, Kolana Rêya Kevn a Hênê, No: 251 / Pîran (Dicle)
Cihê Serjêkirina Qurbanan a Muftîtîya Navçeya Çûngûşê: Mezbexa Qesabê Akmeşe, Taxa Camîsukê, Kolana Cumhuriyetê / Çûngûş
Ergani: Kombînaya Goşt a Nû ya Erganiyê
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.