Li Amedê, ji bo şofêrên ku bi makas û drîftê trafîk xistine xeteriyê, cezayê pereyan hat birîn

Li Amedê, ji bo şofêrên ku bi makas û drîftê trafîk xistine xeteriyê, cezayê pereyan hat birîn

Tîmên Midûriyeta Şaxa Kontrola Trafîkê, ji bo 4 şofêrên ku di demên cuda de drîft an jî makas avêtibûn, 650 hezar TL cezayê pereyan birîn. Di encama kontrolan de 3 wesayît 2 mehan ji trafîkê hatin qedexekirin û ehliyetên 4 şofêran jî ji bo 2 mehan hatin h

Tîmên Midûriyeta Şaxa Kontrola Trafîkê, li ser gilî û gazincên ku di demên cuda de ji Navenda Banga Lezgîn a 112an re hatibûn kirin, dîmenên KGYS (Sîstema Rêveberiya Ewlekariya Bajar) û kamerayan lêkolîn kirin.

Di encama xebatên hatin meşandin de hate tespîtkirin ku 3 wesayîtan li Bulwara Rihayê, Bulwara Selahaddîn Eyubî û Bulwara Mahabadê makas avêtine; wesayîtekê jî li derdora yurdê keçan a Halid Bin Velidê drîft avêtiye.

Li gorî dîmenên ku hatine lêkolînkirin, bi giştî ji bo 4 şofêran 650 hezar TL cezayê pereyan yê îdarî hat birîn. Di heman demê de 3 wesayît ji bo 2 mehan ji trafîkê hatin qedexekirin (menkirin) û ehliyetên 4 şofêran jî ji bo 2 mehan hatin hildan.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.