Li Amedê Nerazîbûna Ji Siyonîstan

Li Amedê Nerazîbûna Ji Siyonîstan

Şarederê Qudsê Arî Shamam û rayedarên şaredariya wê bi daweta Şaredariya BDPê hatibûn Diyarbekir. Heyetê li Amedê heqaret li şehîdên mavî marmarayê kiribûn û qetlî’ama kirine mudafe’e kiribûn. Li ser vê yekê tepkî û nerazîbûna gel ji vê yekê re bilind bû.

Şarederê Qudsê Arî Shamam û rayedarên şaredariya wê bi daweta Şaredariya BDPê hatibûn Diyarbekir. Heyetê li Amedê heqaret li şehîdên mavî marmarayê kiribûn û qetlî’ama kirine mudafe’e kiribûn. Li ser vê yekê tepkî û nerazîbûna gel ji vê yekê re bilind bû.

Di derbarê mijarê de li ser navê Komeleya Gaziyên Mavî Marmara û Şehît ‘Elî Heyder, Mehmet Seyde daxuyaniyek da. Seyde, li hember şaredariya BDPê a qeza Sûrê nerazîbûna xwe nîşanda ku ji bo Siyonîstan werin li welatê me van heqareta li şehîdê me bikin îmkan çêkirine.

Seyde go: “ 25 roj maye ji salvegera qetlî’ama Mavî Marmarayê re heyetekî wisa tê welatê Şehît ‘Elî Heyder Amedê û heqaretên wisa dike û van siyonîstan ji alî şaredarekî li Amedê ve tên mêvankirin. Ev yek heqaretekî dî ye û biçûkxistina me ye.”

Seyde xeberdana xwe wisa domand: "Beyanat û daxuyaniyên Şaredarê Siyonîst ku li Amedê kiriye nabe ku em qebûl bikin. Qetlî’am bi lêborînekî neqediyaye û pirsgirêk bi dawî nebûye, em vê yekê ji raya giştî re diyar dikin.”

Seyde, gazî rayedaran kir ku van siyonîstên şeqizî êdî li warê sehabî û pêxembera Amedê nehewînin û li şehîdên Amedê û girîngiyên gelê xwe xwedî derkevin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.