Li Amedê Provokasyona Polîs
Li Diyarbekirê provokasyoneke din ya polîs eşkere bû
Li Diyarbekirê provokasyoneke din ya polîs eşkere bû. Polîsên ku buroya hilbijartinê ya Huda Parê bi dizî bi qamerayê dikişand li ser sûc hatin dîtin.
Wezîfedarê buroyê Ebdullah Aktaş li ser guhdarîkirin û çavdariya ğeyrî qanûnî, polîs îqaz kirin. Li ser îqazê polîsan xwest ku wî têxin bin çavan.
Aktaş der barê me’melên kêfî û ğeyrî qanûnî yên polîs de, ji Ajansa Îlkeyê re xeber da. Aktaş wiha got: “Polîs dîsa îmze avêtiya tevgereke ğeyrî hiqûqî. Min polîs îqaz kir ji ber me’mela wan. Wan jî xwestin ku min têxin bin çavan.
Wekî tê zanîn berî niha hinek polîsan, gava ku semînera Huda Parê bi şeklê ğeyrî qanûnî guhdarî dikirin, li ser sûc hatibûn girtin
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.