Li Amedê Trafoya Elektrîkê Teqiya
Li Amedê çûna eletrîkê, pir caran diqewime. Ji ber vê yekê Dedaş, gelek caran trafoya diguherîne.
Li Amedê çûna eletrîkê, pir caran diqewime. Ji ber vê yekê Dedaş, gelek caran trafoya diguherîne. Feqet trafoyên eletexmîn û bê tedbîr tên dayîn, dibin sebebê talûkê. Nexasim di mehên zivistanê de, ji ber zêde serfkirina elektrîkê û temîrnedîtînê, hinek trafo diteqin û millet ditirsînin.
Vê dawî li Bağlara di cadda Sakaryayê de, trafoya elektrîqê teqiya. Li ser teqînê esnafên caddê îfade kirin ku zirar dikin û can û malên wan ne di emniyetê de ne. Esnaf xwestin ku cîhê trafo bê guherandin. Esnaf tepkiyên xwe yên ji Dedaşê re, ji ajansa Îlkeyê re beyan kirin. Esnaf dixwaze zirara wan bê dayîn.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.