Li Amedê zarokê ku ji ser xanî ket xwarê canê xwe ji dest da

Li Amedê zarokê ku ji ser xanî ket xwarê canê xwe ji dest da

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê zarokê 14 salî yê ku ji banê avahiyeke 8 qatî ket xwarê birîndar bû canê xwe ji dest da.

Bûyer, li Taxa Mevlana Halit a Rezanê pêk hat.

Hat îddîakirin F.A.yê ku li ser banê apartmana 8 qatî ya ku dapîra wî lê dima çû cem kevokên ku dixwarin, li ser banî hevsengiya xwe winda kir û ket erdê.

Li ser agahiya kesên derdorê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê F.A rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Li nexweşxaneyê digel temamê mudaxeleyên canê xwe ji dest da.

Cenazeyê F.A piştî otopsiyê li navçeya Farqînê hat definkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.