Li Arakanê wehşeteke nû: 28 Misliman hatin şehîdkirin

Li Arakanê wehşeteke nû: 28 Misliman hatin şehîdkirin

Gundên Mislimanên Arakanî yên ku wek Rohîngyayî tên naskirin ji teref helîkopterên hikûmeta Myanmarê ve hatin hedefgirtin, di encama hedefgirtinê de 28 Misliman bi şikleke wehşîyane û hovane hatin qetilkirin.

Di dîmenên  ku ÎLKHAyê ji çavkaniyên mehelî wergirtine  de tê dîtin zarok jî di nav de gelek cesed ji ber êrîşa hovane ya ku hatiye kirin tev şewitîne û nayên naskirin.Di dîmenan de her wiha tê dîtin Mislimanên ku rasta êrîşê tên di nava telaşê de hewil didin birevin.

 Ji sazîyên arîkariyê û çapemeniyê re destûr nayê dayîn da ku têkevin heremê, ji ber vê yekê Mislimanên Arakanî bi hevkariya ku di nava xwe de saz kirine hewil didin wehşeta ku tê kirin bi dinyayê bidin sehkirin.

Mislimanên Myanmarê yên ku li rasta zilma hikûmeta Myanmarê tên ji teref Neteweyên Yekbûyî ve wek koma ku li dinyayê herî zêde rasta êrîşê tên tê binavkirin.Midûrtiya Enformasyonê ya Arakanê di derbarê mijarê de destnîşan kir heta niha ji 3 hezaran zêdetir Mislimanên Arakanî mecbûr man ku malên xwe terk bikin.

Her wiha di dîmenên dûvelangê yên ku ji teref Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ve hatin weşandin de tê dîtin ku 430 mal hatine xerakirin.

Çeteyên Budîst ji sala 2012an vir ve bênavber êrîş dibin li ser Mislimanên Arakanî û bi şikleke sistematik li dijî Mislimanan qetlîam û wehşetên xwe didomînin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.