Li Azerbaycanê Xwepêşan

Li Azerbaycanê Xwepêşan

Gelek Kes Li Ber Wezareta Perwerdehiyê Bo Azadiya Tesetturê Civiyan

Li Azerbaycanê di mekteb û karên resmî de yesaxa tesetturê dewam dike. Ev ji bi xwestin û teşwîka dewletên ecnebî û li gor zihniyeta wan tê kirin. Her wiha dijminantiya camî û hinek sembol û şîarên din yên Îslamê jî tê krin. Li ber van yesax û qiraran, berxwedana millet û komelan jî dewam dike.

Li gor xeberan hat îfade kirin ku bi sedan kes li Bakuyê li ber wezareta perwerdehiyê xwepêşan li dar xistin. Tevger û qirarên hikûmetê protesto kirin. Di aleyhê hikûmetê de, ji bo tesetturê slogan avêtin.  Hat îfade kirin ku di navbera protestovan û polîsan de pevçûn qewimiye. Ji her du aliyan hinek kes brîndar bûne.  (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.