Li Bajarên Serhed û Dora Wê Riyên 273 Gundan Girtî Ne
Li hin bajarên Kurdistanê, barîna berfê heyatê giran û şerpeze dike.
Li hin bajarên Kurdistanê, barîna berfê heyatê giran û şerpeze dike. Riyên 273 gundan girtî ne. Li gor meteorolojiya herêma Erzeromê, herêm di bin tesîra serma Sîbîryayê de ye. Ji ber vê yekê, berf pir dibare û tesîra xwe eşkere dike.
Li gelek bajaran, germahî bi şev heta 10an dadikeve bin sifirê. Li Mûş, Erzerom, Wan, Agirî, Ardahan û Qersê riyên 273 gundan, ji ber berf û pêzûnê hatine girtin. Li hêla Colemêrgê jî barîna berfê dewam dike.
Hat gotin ku ekîbên li dij berfê, ji bo vekirina gundan dixebitin.
bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.