Li Bangladeşê Hejmara Miriyan 500î Derbas Kir

Li Bangladeşê Hejmara Miriyan 500î Derbas Kir

Çendekî berê li Bangladeşê avahiyeke ku tê de tezgeyên tekstîlê hebûn hatibû xwarê. Di qezaya han de hejmara miriyan 500î derbaskir.

Çendekî berê li Bangladeşê avahiyeke ku tê de tezgeyên tekstîlê hebûn hatibû xwarê. Di qezaya han de hejmara miriyan 500î derbaskir.

Polîs diyar kir ku bi cesedên îro ji enkazê hatine deranîn hejmara miriyan 501î derbas kiriye.

Rana Plaza ku bi bêqanûnî sê qatên dî li serê hatibûn avakirin, di 24ê Nîsanê de xirabibû. Di merkeza kargehê de ji 3 hezarî zêdetir kes kar dikirin.

Karên gerîn û xilaskirinê hê dewam dikin û tê texmîn kirin ku dora Hezar kesî di bin enkaza de mane.

Di hêla dî de muhendîsê ku şêwirmendê xwediyê merkeza kar e hat desteserkirin.

Rayedarên ewlehiyê di daxuyaniya dan de beyan kirin ku; ‘Ebdurrezzak Khan dema xwediyê avahiyê sê qat avêtiye ser avahiyê şêwirmend û muhendîsê wî bûye. Muhendîs Khan bi îhmal û bê tedbîrî tê sucdar kirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.