Li Bangladeşê Protesto

Li Bangladeşê Protesto

Li Bangladeşê, hikûmeta dijminê Îslamê di aleyhê lîder û mezinên Cemaeta Îslamî de ceza îdamê birîne.

 Li Bangladeşê, hikûmeta dijminê Îslamê di aleyhê lîder û mezinên Cemaeta Îslamî de ceza îdamê birîne. Hikûmet dost û dilxwazê Hîndîstan e û dijminê Îslam û muslumana ye. Ji bo rê li ber pêşveçûna Îslamê bigre, bi hezaran mensûbên Ceameta Îslamî girtine, li 9 mezinên Cemaeta Îslamî jî ceza îdamê birîne. Ji ber vê yekê jî, ev çend meh e ku, millet li ber van qirarên îdamê protestoyan li dar dixin.

Di van rojan de, dîsa bi hezaran kes civîn û mîtîng û protestoyan rast dikin. Dixwazin ku serekê Cemaeta Îslamî Şêx Rahman Nîzamî bê berdan. Protesto bi pirranî li paytext Daqqayê hatin rastkirin. Protestovan li hember hikûmetê meşiyan, slogan avêtin û xwestin ku Şêx Nîzamî yê ku 3 sal berê hatibû girtin, bê berdan. Digel ku hikûmetê protestoyan yesax û qedexe kirine jî, millet dîsa dimeşin.

Li aliyê din ji lîderên Cemaeta Îslamî li mela Ebdulqadir jî, ceza muebbetê ya hepsê hat birîn. Li ser zulm û cezayên mehkemê û hikûmetê, gaziya greva giştî hat kirin. Millet li ber van neheqiyan protesto li dar xistin. Polîsan mudaxela wan kir û fîşekên plastîk bi kar anîn. Zêdetirî 10 hezar polîs li kuçan geriyan. Mekteb û kargeh girtî bûn. Dinya jî hê li ser van zulm û cezayan bêdeng e.

bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.