Li Bangladeşê şewat: 112 kes mirin

Li Bangladeşê şewat: 112 kes mirin

Li Bangladeşê di fabrîqeyeke pirr qatî a konfeksiyonê de şewat derket. Di encama şewatê de tê ragihandin ku herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku deriyê derketina lezgîn di fabrîqê de tinebûye xebatkar di hundir de asê mane.

 Li paytexta Bangladeşê li Daqayê, di fabrîqeyeke li ser pirr qatan a konfeksiyonê de şewat derketiye. Di encama şewata fabrîqayê de herî kêm 112 kesan jiyana xwe bi awakî dilsoj wenda kirine. Şewata ku doh êvarê destpê kiriye, ancax vê sibê girtine bin kontrolê.

Rayedarê agirkujê Mihemmed Mahbub eşkere kiriye ku heta niha qasî 100 term ji fabrîqê derxistine. Dîsa diyar dike ku, kesên ku xwestine ji şewatê birevin û xwe ji pencereyan avêtine xwarê, 12 kes giran brîndar bûne û wana rakirine nexweşxanê lê li nexweşxanê wana jî jiyana xwe ji dest dane. Tê endîşe kirin ku hejmara mirinan zêdetir bibe.

Bagladeş, di serî de Amerîka, ji bo gellek dewletên Ewrupayê cilûbergan îxrac dike. Her sal nêzika 20 mîlyar dolar hatinî bidestdixe. Li Bangladeşê nêzika 4 hezar konfeksiyonên cilûbergan hene. Ev konfeksiyonana pirraniyê wan jî ji tevdîrên ewlehiyê bêpar in. Di fabrîqaya ku şewitîye de jî, xebatkarên ku xwestine xwe bavêjine derve, ji ber ku deriyê derketiyê yê lezgîn tinebûye, di hundir de asê mane û bi awakî dilsoj jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku xwe ji qatên jor avêtine xwarê jî gran brîndar bûne û wana jî li nexweşxanê jiyana xwe wenda kirine. Rojevakurd

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.