Li Başûr Protestoyên 17ê Sibatê
Çavkaniyeke emniyetê ji bajarê Silêmaniyê beyan kir ku; îro du grûbên ciwanan ku dixwestin lihev kom bibin yan jî ğeyret bidin ku protestoyê bikin, hatine girtin. Her wiha li Helebce û Seyîdsadiq jî xebata sazkirina protestoyê hat kirin.

Çavkaniyek ji hêzên asayîşê yên Silêmaniyê ji Rûdawê re go: “Heta niha 2 kom ciwan hatine girtin. ‘emrê wan kesan di navbera 18-25 saliyê de ne. Piştî hatin girtin, birine binaya berê ya Wezareta Hundir ya li Silêmaniyê. Piştre jî ji bo asayîşê jî hatin sekinandin û lêkolîn derheqê wan tê kirin.”
Ji aliyê din hat zanîn ku; li Helebce û Seyîdsadiq ciwan li hev kombûne û dixwazin protestoyê bikin. Lê qewetên asayîşê te’qîba rewşê dikin û nahêlin xwepêşandan bê kirin.
Îro di salvegera protestoyên sala borî yên 17’ê Sibatê de, li gelek bajar û bajarokan ji bo dûbarebûna protestoyan tewlîheviyek heye. Lê hêzên asayîşê wan belav dikin û nahêlin xwepêşandanê bikin.
Dîsa hat zanîn ku; li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê xebat tê dayîn ku xwepêşandan bê kirin, lê li qezaya Germiyan û Kelar ti tiştek li holê nîne û rewş bi sukûnet e. (Ferman Çiyayî / Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.