Li Batman û Diyarbekir Protesto
Ceza Birîna Li Weliyên Qîzên Sernixumandî, Bi Beyanatan Hat Şermezar Kirin
Berî niha li İntabê, dûre jî li Bûrsayê, li weliyên qîzên sernixumandî, ceza hatibû birîn. Ji ber ku qîzên wan bi tesetturê dixwestin herin mektebê, weliyên wan dabûn mehkemê. Digel ku îdara mektebê nehiştin qîz têkevin dersa jî, mehkeme ne li îdara mektebê li weliyên xwendekarên qîzik ceza birî.
Ji ber vê qirar û ceza birîna zulmê, îro li Diyarbekir û Batmanê, piştî nimêja înê, bi xwendina beyanata medyayî ve protesto hat kirin.
Hat gotin ku li Batmanê li çar camiya piştî nimêja înê protesto hat kirin. Di protestoyan de, zulma hatiye kirin hat diyar kirin.Qanûn û edalet divê heqê însana biparêze. Feqet hukmên van qanûna, ji bo hinek însana, ji wan re dibe sebebê cezayê, mîna muslumana.
Di protestoyan de, hat zanîn ku cezayê li Gullu Çevîk, Azîz Kayalik û Mehmet Polat hatiye birîn, zulm e. Ev eyba hikûmet û perwerdehiya mîlliye. Millet tevlî protestoyan bû, slogan û tekbîr avêtin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.