Li Batmanê Civîna Haydarkirinê

Li Batmanê Civîna Haydarkirinê

Hereketa Mustez’efan, civînên xwe yên haydarkirinê bi Saziyên Civaka Sivîl re didomîne.

Hereketa Mustez’efan, civînên xwe yên haydarkirinê bi Saziyên Civaka Sivîl re didomîne. 

Ji endamên Hereketa Mustez’efan Parêzer Zekeriya Yapicioğlû û ‘Îsa Aydin bi endam û dilxwazên Komeleya Bîlgeyê re civîneke haydarkirinê lidarxistin. Endamên Hereketê di derbarê amanc, hedef û xebatên hereketê de me’lûmatan dan.

Civîna ku li Bîlge-Komê di se’et nehê şevê de destpêkir du se’et û nîv dewamkir. Di xeberdanên civînê de hat beyan kirin ku: Di îdara Îslamî de ‘edalet; ne bi tenê ji Musulmanan re ji tevî însanan re tê tetbîq kirin.

Dîsa hat beyan kirin ku partiyên Îslamî yên berê, bi tenê xebat û karên partiyê bes dîtine lê belê Hereketa Mustez’efan bi tenê ji bo razîbûna Xweda ketiye rê.

Parêzer Zekeriya Yapicioğlû jî go: Xettika me ya sor Quran û Sunnet e. Em ne ji bo ji partiyekê re bibin alternatîf em ji bo ji sîstemê re bibin alternatîf ketine rê. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.