Li Batmanê qamyonet û otomobîl li hev qelibîn: 3 birîndar

Li Batmanê qamyonet û otomobîl li hev qelibîn: 3 birîndar

Li Batmanê di encama qezaya trafîkê ya ku ji ber lihevqelibîna qamyonet û otomobîlekê pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Cudiyê li ser Kolana Cizîrê hat holê. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, ji ber sedemek ku hîn nehatiye diyarikirin qamyonet û otomobîlek li hev qelibîn. Di encama bandora lihevqelibînê de di wesayîtan de zerara maddî çêbû û 3 kesên di qezayê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên îtfaiyeyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên îtfaiyeyê ji ber qezayê di wesayîtan de tevdîrên ewlehiyê yên pêwîst girtin; tîmên tenduristiyê jî li cihê bûyerê mudaxeleya yekem li birîndaran kirin.

Hate diyarkirin ku birîndar sewqî nexweşxaneyê hat kirin û di derbarê qezayê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.