Li Baxdayê teqîn: 35 mirî

Li Baxdayê teqîn: 35 mirî

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşên bombeyî yên ku li Baxdaya paytexta Iraqê hatin kirin de 35 kes jiyana xwe ji dest dan û ji 50 kesan zêdetir jî birîndar bûn.

Hat ragihandin îro 3 êrîşên bombeyî li Baxdaya Iraqê hat kirin. Di êrîşên ku li Baxdayê hatin kirin de 35 kes jiyana xwe ji dest dan û ji 50î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîşa yekem li Taxa Sadrê hat tertîpkirin. Hat destnîşankirin 35 kesên ku jiyana xwe ji dest dane di vê êrîşê de mirine. Di derbarê du êrîşên din de hêj tu daxuyanî nehatine dayîn. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.