Li Bêdlîs û Wanê rêya 124 gundan hatin girtin

Li Bêdlîs û Wanê rêya 124 gundan hatin girtin

Ji ber berfa ku bişev barîya 124 rêyên gundên Bêdlîs û Wanê hatin girtin.

Li alîyê bakur zivistan xwe baş nîşan da. Şilîya ku heye jîyanê bi xerabî tesîrdar dike. Ji teref Midurê Xizmetên Rê û Çûnûhatina Îdareya Taybet ya Bajêr Umît Kurtkan ve hat îfadekirin ku ji ber berfê rêya 38 gundan hatin giritn, ji bona vekirina rêyan xebat hatîye destpêkirin û bênavber berdewam dike.

Li Wanê jî ji ber berfê 43 jê mezrik rêya 86 gundan hatine girtin. Ji bona ku rêyên girtî bêne vekirin ekîbên Şaredarîya Bajara Mezin dixebitin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.