Li Bêdlîsê ji ber berfê qezaya zîncîrî pêk hat

Li Bêdlîsê ji ber berfê qezaya zîncîrî pêk hat

Li ser rêya Bêdlîs-Tetwanê ji ber barîna berfeke gur qezaya zîncîrî pêk hat, mirovên ku birîndar bûn ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê Rehwa ya ku ser rêya Tetwan Bêdlîsê ye pêk hat. Wesayîtên ku navê şofêrên wan nehatin hînbûn ji ber barîna berfa gur, di rêya şimitoqî de li hev qelbîn.

Di encama qezayê de bûyerê candayî pêk nehat lê gelek kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, tenduristî û AFADê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.