Li Bedlîsê qeza: 2 mirî 13 birîndar

Li Bedlîsê qeza: 2 mirî 13 birîndar

Li navçeya Mutkana Bedlîsê di encama ku minubus têket nav şarampolê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin minubusa bi pleqeya 13  J  0077yê ya ku ajovanê wê Kemal Bagdagul bû di derdora gundên Meydan û Gumuşkanatê yên girêdayê navçeya Mutkana Bedlîsê ne de têket şarempolê.

Di qezaya ku Saddam Ocak (26) û Bunyamîn Aslanargun jiyana xwe ji dest dane de ajovan Bagdagul û rêwiyên bi navên Sabrî B, Nurullah O, Abdulmecît T, Mesut Y, Ecvet H, Ercan B, Hakan B, Abdulmenaf A, Ecevît K û 2 kesên ku nasnameyên wan nehatin diyarkirin birîndar bûn.

Piştî ku tîmên tendirustiyê çûn ciyê qezayê birîndaran rakirin nexweşxanetên dewletê yên Bedlîs, Mutkan û Tetwanê.

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.