Li Beğdayê 3 Teqîn

Li Beğdayê 3 Teqîn

Di Teqînan De 5 Kes Hatin Kuştin 15 Kes Jî Brîndar Bûn

 Xeberan îfade kir ku li İraqê 3 teqîn di eynî wextê de pêk hat. Di hadîseyan de bi kêmanî 5 kes hatin kuştin, 15 kes jî brîndar bûn.

Li gor diyarkirina polîs, teqînek li rojavayê Beğdayê, li noqteya qereqoleke polîs pêk hat. Di teqînê de 2 polîs hatin kuştin, 2 heb jî birîndar bûn. Li başûrê Beğdayê jî bi bombe êrîş hat kirin. Di hadîseyê de 2 sivîl hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn. Her wiha êrîşa 3an jî li rojhilata Beğdayê qewimî. Di vê êrîşê de jî kesek hat kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.

www.bangaheq.net

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.