Li Beğdayê Teqîn

Li Beğdayê Teqîn

Aştî û demokrasiya Emrîka li Iraqê fêkî dide. Her roj êrîş her roj kuştin. Ji îşgal û dagiriya Emrîkayê vir ve, xelkê Iraqê hesretî hizûr û rihetiyê bûne.

Aştî û demokrasiya Emrîka li Iraqê fêkî dide. Her roj  êrîş her roj kuştin. Ji îşgal û dagiriya Emrîkayê vir ve, xelkê Iraqê hesretî hizûr û rihetiyê bûne. Alozî û tevliheviyeke şedîd, di bin planên Emrîka de li Iraqê tên meşandin. Xelk bi panîk, bêhêvî, bêçare şerpeze bûne.

Do li paytext Beğdayê li dû hev teqînên şedîd qewimîn. Di hadîseyên teqîna bombeyan de bi kêmanî 45 kes hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî xeberdana rayedaran, li bakurê bajêr li mehela Amiriyê, di hadîseya teqînê de, pirê wan jin 15 kes hatin kuştin, 25 kes jî brîndar bûn. Hat îfadekirin ku 2 wesayîtên din yên bombekirî jî, li devera hadîseyê hatine tesbîtkirin û dûre hatine îmhakirin.

Her wiha li başûrê Beğdayê li semta Dorayê, nêzî camiya Xalid bîn Welîd, wesayîteke bombekirî teqiya. Dema ku qerebalix li ser hadîseyê civiya, wesayîteke din teqiya. Di van teqînan de jî 30 kes hatin kuştin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.