Li Behra Spî bota penaberan binav bû: 122 penaber winda ne

Li Behra Spî bota penaberan binav bû: 122 penaber winda ne

Bota ku exlebe kesên Nijerya û Sûdanî tev de 126 kes di nav de bû li Libyayê di Behra Spî de binav bû.

Hat ragihandin bota ku exlebe kesên Nijerya û Sûdanî tev de 126 kes di nav de bû li Libyayê di Behra Spî de binav bû.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Berdevkê IQMê  Flavîo  Dî Gîacomo ve hatiye dayîn de hat diyarkirin  bota ku tê de 126 penaber hebû li nêzî Libyayê binav bû. Ji van 126 kesên ku di botê de bûn 4 kes hatin rizgarkirin û 122 kes winda ne.

Dî Gîacomo di berdewama daxuyaniya ku belav kir de wiha got: “ Li gor agahiyên kesên ku xelas bûne dane  tacirên însanan bi zorê rahiştine motora botê  û dû re av de nava botê û bi vê sedemê bot binav bû.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.