Li Behra Spî keştiya penabera noq bû: 250 penaber winda bûn

Li Behra Spî keştiya penabera noq bû: 250 penaber winda bûn

Li Behra Spî du keştiyên penaberan binav bûn, di encama binavbûnê de li gor daneyên NYyê ji 250 penaberan xeber nayê standin.

Di daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Penberan a NYyê ve di derbarê mijarê hatiye dayîn de hat ragihandin di keştiyeke ku li nêzî Libyayê noq bû de 163 kes hebûn û xeber ji wan nayê standin. Di daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Penberan a NYyê û International Medical Corps ve hatiye dayîn de hat ragihandin ew ji mirina van penaberan bifikarin.

Dîsa ji teref  heman saziyê ve hat ragihandin boteke penaberan a ku tê de 82 penaber hebûn piştî çend seatan ku ji qeraxê dûr bû re binav bûye û tê texmînkriin ku ev 82 penaber tev de mirine. Her wiha hat diyarkirin keştiya ku tê de 132 penaber hebûn û ji Libyayê daye rê jî binav bûye û ji van 132 kesan 50 kes hatine xelaskirin û  wan birine gundikê Pozzalloya Girava Sîcîlyayê.

Ji teref Komîsertiya Bilind a Penberan a NYyê ve hat eşkerekirin  ji zêdetirî 300 penaberên ku di sala 2017an de di behrê de binav bûne hêj xeber nayê standin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.