Li Behra Spî keştiya penaberan bin av bû: 100 penaber mirin

Li Behra Spî keştiya penaberan bin av bû: 100 penaber mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Behra Spî keştiya ku penaberan veduguhast bin av bû, li gor agahiyên ewil ên ku hatine wergirtin nêzî 100 penaberî jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê mijarê de ji teref Ewlehiya Sahîlê ya Îtalyanê ve hat daxuyandin keştiya ku tê de 107 penaber hebûn li nêzî Libyayê noq bû. Di encama binavbûna keştiya penaberan de 100 penaber jiyana xwe ji dest dan û 4 penaber jî wek sax hatin xelaskirin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.