Li Ber Google Protesto
Li Londonê Ji Bo Rakirina Filma Heqaretwarî Meş Hat Li Dar Xistin
Li Brîtanyayê li paytext Londonê bi hezaran musluman bi slogan û panqartan li ber merkeza Googlê ptotesto li dar xistin. Protesto ji teref Forûma hereketa muslumana ve hat rast kirin. Protestovan ji ber ku dibe sebebê kîn û nefretê ji Googlê xwestin ku fîlma heqaretwarî ji ser You Tubê rake.
Ji organîzatoran Mesûd Alem wiha diyar kir “Protestoyên me yên din wê li seranserê cîhanê li ber ofîsên Googlê bên li dar xistin. Em dixwazin ku fîlm bê yesax û qedexe kirin. Fîlm ne hurriyeta fikre. Fîlm rasterast heqareta li pêxemberê me ye. Heqaretên wiha nayên qebûlkirin.”
Mesûd Alem îfade kir ku hereketa Forûmê ji ber weşandina fîlmê hatiye ava kirin û gazî kir ku kampanyaya nezaketê ya global bibe cewaba vîdeoyê. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.