Li Ber Sînor Drama Multeciyan
Xelkê Sûriyê ji ber şer û herbê perîşan in. Ji wan bi sed hezaran kes, li dervê welat in. Hinek ji wan jî, li ber sînor di qempan de ne.
Xelkê Sûriyê ji ber şer û herbê perîşan in. Ji wan bi sed hezaran kes, li dervê welat in. Hinek ji wan jî, li ber sînor di qempan de ne. Di rewşeke şerpeze li hêviya aşbûna şer in ku vegerin war û welatê xwe.
Hinek Sûriyeyî li bajaroka Atmeya Îdlîbê, di konan de dijîn. Pirê wan jin û zarok in. Ji ber şer bi wesaîtên ku pêdekirine reviyane. Bê mal û eşya nêzî sînorê Tirkiyê, di konbajar de disitirin. Kizilaya Tirkiyê û saziyên navnetewî ji wan re kon şandine. Hinekan jî bi îmkanên xwe pêde kirine.
Li konbajarê nexasim jin û zarok û kesên yextiyar, ji rewşa menfî diêşin. Ji hêla ğida, xwendin, av û sihhetê ve, zehmetiyan dikişînin. Niha li hêviya aşbûniya şer in ku, herin mal û warê xwe.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.