Li Ber Zulma Îsraîl Dinya Dengê Xwe Bilind Dike

Li Ber Zulma Îsraîl Dinya Dengê Xwe Bilind Dike

Li Ber Zulma Îsraîl Dinya Dengê Xwe Bilind Dike

 Li Ğezzeyê hejmara şehîdan bi ser 110an ket, a birîndaran jî bi ser 750 ket. Li ber zulm û êrîşên Îsraîla rejîma terorê, li seranserê dinyê tepkî jî bilind dibin.

Li Rûhayê li navçeya Sîwregê komela Îkra-Derê, beyanata medyayî li dar xist. Beyanat li ber camiya mezin hat xwendin. Qetlîamên siyonîst Îsraîl hat telîn kirin. Muhîttîn Akay îfade kir ku mesûliyet û wezîfa însaniyetê ye ku li ber van zulm û bombardimanan bisekine.

Li Edenê li ber zanîngeha Çukurovayê hinek xwendekar civiyan. Di aleyhê Îsraîl û Emrîka de slogan avêtin. Ji bo şehîdên Ğezzeyê fatîha xwendin.

Li Gîresûnê hinek komel û saziyên sivîl, bi hev re protestoyek li dar xistin. Îfade kirin ku wê li ber zulmê bêdeng nemînin. Di aleyhê Îsraîl û Emrîka de slogan avêtin. Şiyariya muslumana xwestin.

Li Pakîstanê li gelek bajaran, protestoyên ku ji teref Cemaeta Îslamî ve tên li dar xistin, berdewam in. Piştî Lahor li Rewalpîndî jî protestoyên mezin tên rast kirin. Di protestoyan de Cemaeta Îslamî, îfade dike ku serokê welatên muslumanan, li ber zulma Îsraîl û Emrîka nasekinin û dengê xwe nakin. Hewce ye musluman bi yekwicûd tevbigerin û Ğezzeyê ji bin zulma Îsraîl derxin.

Wekî tê zanîn Emrîka li Pakîstanê li nêzî sînorê Efganîstanê bi teyarên bêînsan, êrîşa rast dike û gelek sivîlan qetil dike. Îdarevanên Pakîstanê jî li ber van êrîşan tiştekî nakin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.