Li Bêşebabê Dîsa Êrîş
Îddîa: Pkk Dîsa Êrîş Kir, Êrîşkerên Hadîseya Foçayê Hatin Girtin
Li gor xeberan hat gotin ku pîştî êrîşa li Bêşebabê, mensûbên PKKê do bişev dîsa êrîşî navçeyê kirine.
Hat îfade kirin ku mensûbên PKKê bi roket û sîlehên otomatîk êrîşî, kozika Kûmtika eskeriyê kirine. Di navbera esker û PKKê de şer qewimiye. Wekî tê zanîn di êrîşa ewil de 10 esker hatibûn kuştin, 7 heb jî birîndar bûbûn.
Li ali din hat îddîa kirin ku kesên li Wêranşehrê hatine girtin, êrîşkerên hadîseya Foçayê ne. Li Wêranşehrê di kontrola rê de, yek kes hatibû kuştin 3 kes jî hatibûn girtin. Ji wan Ehmed Balê kuştî û Yûnûs Çîçekê girtî, hat îddîa kirin ku failê hadîseya Foçaya Îzmîrê ne. Li Foçayê êrîş li wesaîta eskeriyê hatibû kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.