Li Bidlîsê êrîşa çekdarî: 1 mirî 2 birîndar

Li Bidlîsê êrîşa çekdarî: 1 mirî 2 birîndar

Li navçeya Norşîna Bidlîsê di navbera du bira û birazîyan de pevçûna çekdarî derket.

Bûyer li otogara navçeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Cedîh Pîlatîn û birayê wî Cemîl Pîlatîn û lawên wî Harun û Mehmet Pîlatîn li otogarê li rasta hev hatin û minaqeşe kirin.

Di pevçûna ku bi nîqaşê dest pê kir de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûna çekdarî de Harun Platîn mir û Mehmet û Cemîl Pîlatîn jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.