Li Bidlîsê qezaya trafîkê: 3 mirî 8 birîndar

Li Bidlîsê qezaya trafîkê: 3 mirî 8 birîndar

Di qezaya ku li Bidlîsê pêk hat de3 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin qeza li ser Rêbeje Bidlîs-Tetwanê  pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  otomobîla bi pleqeya 13 KD 332 a ku ajokarê wê  Ercan Aydogdu  bû û otomobîla bi plaqeya 23 FS 218 a  ku ajokarê wê Qadîr Sarigul bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de  Qadîr Sarigul, Gulistan Aydogdu û Fatîh Yalvaç jiyana xwe ji dest dan û  kesên bi navê Ercan Aydoğdu, Emîrcan, Abdulsamet, Edanur, Gamze û  Ahmet Aydogdu û her wiha Yusuf Aktaş û keseke ku navê we nehatiye hînbûn birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê û di derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.