Li Bîrecîkê Konferans

Li Bîrecîkê Konferans

“Şeref û Zîneta Jinan Îman û Tesettura Wan e”

Li Bîrecîkê komela çand û alîkarî û piştevaniyê Uhuvvet-Der, der barê tesettura jinên muslumanan de konferansek li dar xist. Konferans bi amanca  hişyarî û stariya li hember xerabûna exlaq û me’newiyata civak û millet, hat li dar xistin.

Serekê komelê Îbrahîm Xelîl Barlak, di xeberdana destpêkê de da zanîn ku amanca komelê, mucadela li ber xizanî, cehalet û tefrîqayê ye.

Paşê Mela Ekrem Derdîyok peyivî. Mela Ekrem di xeberdana xwe de îfade kir ku jin bi tesettura xwe dibe xwedî şexsiyet. Şexsiyet û şeref jî bi hîcab û tesetturê tê sitirandin.

Mela Ekrem wiha dewam kir “Kesên ku qanûn û rêziknameyan dikin behane û hincet û li ser bêhîcab û bêtesetturiyê dijdînin, eşkere îsyanî Xweda û emrê Îslamê dikin.”

Konferansa tesetturê bi xwendina duayê bi dawî bû. Millet gelekî teveccuhî konferansê kir û gelekan diyar kirin ku fealiyetên weha divê pir caran bên kirin. Li Bîrecîkê li dar xistina konferansên wiha teze ye. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.