Li Bismil di navbera hevparan de pevçûna bi çek: Kesek canê xwe ji dest da

Li Bismil di navbera hevparan de pevçûna bi çek: Kesek canê xwe ji dest da

Li Dîyarbekir di navbera hevparên ku di nav wan de neyartî heye ji bona ku neyartîyê çareser bikin hatin cem hev û di nav wan de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da.

Mesele di nav dikaneke ku li ser rêya Bismil-Êlîhê de ye di seat 19:30yan de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, M.B. û 2 hevparê wî yên ku hê navên nehatîye bidestxistin ji bona firotina qemyonetek hatin cem hev. Hevparên ku ji bona neyartîya ku di nav wan de heye dawî bikin hatin cem hev û bi hevdu re gelemşe kirin. Di encama gelemşeyê de bi çekan pevçûn pêk hat û gule li M.B. ket.

Hat ragihandin ku kurê M.B. yê ku meseleyê hînbû çû dikanê û bavê xwe bir Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyûbî.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê pevçûnê re ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku M.B. jî digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da û polês jî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

https://youtu.be/E5yrEUJQco0

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.