Li Bismilê 2 otomobîl li hev qelibîn

Li navçeya Bismila Diyarbekirê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Qeza duh danê êvarê li Kolana Guneş a Taxa Kurtuluşê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 21 TH 717 û otomobîla bi plaqeta 06 CVG 655 ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de otomobîla 06 CVG 655 li tabloya elektrîkê ya li kêleka rê qelibî û sekinî.

Di qezayê de kuştî û birîndar çênebûn, di her du wesayîtan de ziyana maddî pêk hat.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.